سورەتی البقرة ٢:٨٣
وَإِذۡ أَخَذۡنَا مِيثَٰقَ بَنِيٓ إِسۡرَٰٓءِيلَ لَا تَعۡبُدُونَ إِلَّا ٱللَّهَ وَبِٱلۡوَٰلِدَيۡنِ إِحۡسَانًا وَذِي ٱلۡقُرۡبَىٰ وَٱلۡيَتَٰمَىٰ وَٱلۡمَسَٰكِينِ وَقُولُواْ لِلنَّاسِ حُسۡنًا وَأَقِيمُواْ ٱلصَّلَوٰةَ وَءَاتُواْ ٱلزَّكَوٰةَ ثُمَّ تَوَلَّيۡتُمۡ إِلَّا قَلِيلًا مِّنكُمۡ وَأَنتُم مُّعۡرِضُونَ ٨٣
یادی ئهو نیعمهته بكهنهوه كاتێك پهیمانمان وهرگرت لهنهوهی ئیسرائیل كهجگه لهخوا كهسی تر نهپهرستن و لهگهڵ دایك و باوكدا چاكهكار بن، ههروهها لهگهڵ خزمان و ههتیوان و ههژارانیشداو گوفتاری چاك و جوان ڕوو به خهڵكی بڵێن، ههروهها نوێژهكانتان بهچاكی ئهنجام بدهن و زهكاتیش بدهن، پاشان ئێوه (لهجیاتی گوێڕایهڵی) پشتتان تێكرد، جگه لهكهمێكتان نهبێت، لهكاتێكدا زۆربهتان (لهو ههموو ئامۆژگارییه بهسوودانه) ڕوو وهردهچهرخێنن و پشتی تێدهكهن.
Û di gavekî da dîsa me ji zarne cihûyan peyman hildabû. Hûn (geli zarne cihûyan!) ji pêştirê Yezdan perestîya tu tiştî nekin û hûn ji bona da û bavê xwe ra hey qencî bikin û hûn ji bona bira û pismamne xwe û sewîyan û xezan û belengazan qencîkar bin û hûn ji bona merivan hey şîretê qencî bêjin û hûn nimêj bikin û baca malê xwe bidin. Ji pêştirê hindikan, we paşê dîsa rû ji peymanê fetilandin û hûn bi xwe, hêj jî rû difetilînin