سورەتی المائدة ٥:١٠٦
يَٰٓأَيُّهَا ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ شَهَٰدَةُ بَيۡنِكُمۡ إِذَا حَضَرَ أَحَدَكُمُ ٱلۡمَوۡتُ حِينَ ٱلۡوَصِيَّةِ ٱثۡنَانِ ذَوَا عَدۡلٍ مِّنكُمۡ أَوۡ ءَاخَرَانِ مِنۡ غَيۡرِكُمۡ إِنۡ أَنتُمۡ ضَرَبۡتُمۡ فِي ٱلۡأَرۡضِ فَأَصَٰبَتۡكُم مُّصِيبَةُ ٱلۡمَوۡتِۚ تَحۡبِسُونَهُمَا مِنۢ بَعۡدِ ٱلصَّلَوٰةِ فَيُقۡسِمَانِ بِٱللَّهِ إِنِ ٱرۡتَبۡتُمۡ لَا نَشۡتَرِي بِهِۦ ثَمَنًا وَلَوۡ كَانَ ذَا قُرۡبَىٰ وَلَا نَكۡتُمُ شَهَٰدَةَ ٱللَّهِ إِنَّآ إِذًا لَّمِنَ ٱلۡأٓثِمِينَ ١٠٦
ئهی ئهوانهی باوهڕتان هێناوه: کاتێک نیشانهی مهرگ و مردن له کهسێکتان دهرکهوت، شایهتی نێوانتان با دووکهس بن لهکاتی وهسیهتهکهدا، دووکهسی دادپهروهر بن له خۆتان یان دوو کهسی تر جگه له خۆتان، ئهگهر ئێوه بۆ بازرگانی و شتی تر سهفهرتان کرد له وڵاتداو جا مردن یهخهی گرتن، ئهگهر دوودڵ بوون له دوو شایهتهکه ئهوا ڕایانگرن له دوای نوێژی عهسر سوێند بخۆن بهخواو (بڵێن) ئێمه سوێندهکهمان بههیچ نرخێک ناگۆڕینهوه با سوێند بۆ خوراوهکه نزیکترین خزمیش بێت (له ڕاستی لا نادهین)، ئێمه شایهتیهک که بۆ خوا ئهنجاممانداوه نایشارینهوه و ونی ناکهین، چونکه بهڕاستی ئهگهر وابکهین ئهوه کهوابوو بێگومان له ڕیزی تاوانبارانداین.
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku yek ji we ketibe ber mirinê, bira ewa du merivên (pismamê) we ne, ku davdan in ji bona şîretên xwe ra şahid bigire. Û heke hûn di rêwîtîyê da bin, teşqela mirinê (di wê gavê da) bi serê we da hatibe, hûn du merivan ji wanê ku ne (pismamê) we ne ji xwe ra ji bona şîretên xwe şahidan bigirin. Heke hûn di mafê van herduk şahidên ku ne ji we ne, dudil bin (ewanê dîtin û bihîstinê xwe veşerin) hûn ewan herduk şahidan di piştî nimêjê bigirin; bira ewan herduk şahid (aha) sond bixun: “Bi Yezdan! Em bi tu cureyê (ditin û bihîstina xwe) venaşêrin û em (ewê dîtin û bihîstina xwe jî) ji bona pismamên me bi xweber be jî, bi tu tiştî nafiroşin. Şixwa heke em ewî (dîtin û bihîstina xwe veşêrin, ya jî bifroşin) di wê gavê da em dibine ji wanê gonehkar.”