سورەتی آل عمران ٣:٧٥
۞ وَمِنۡ أَهۡلِ ٱلۡكِتَٰبِ مَنۡ إِن تَأۡمَنۡهُ بِقِنطَارٍ يُؤَدِّهِۦٓ إِلَيۡكَ وَمِنۡهُم مَّنۡ إِن تَأۡمَنۡهُ بِدِينَارٍ لَّا يُؤَدِّهِۦٓ إِلَيۡكَ إِلَّا مَا دُمۡتَ عَلَيۡهِ قَآئِمًاۗ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمۡ قَالُواْ لَيۡسَ عَلَيۡنَا فِي ٱلۡأُمِّيِّـۧنَ سَبِيلٌ وَيَقُولُونَ عَلَى ٱللَّهِ ٱلۡكَذِبَ وَهُمۡ يَعۡلَمُونَ ٧٥
له شوێنکهوتووانی کتێبه ئاسمانیهکان کهسانێک ههن ئهگهر ماڵ و داراییهکی زۆری بهئهمانهت لهلا دابنێیت (ههر کاتێک داوای بکهیت) بۆت دهگێڕێتهوه بهتهواویی، ههشیانه ئهگهر دینارێکی بهئهمانهت لادابنێیت بۆت نایگێڕێتهوه مهگهر به سهریهوه ڕاوهستابیت و کۆڵی لێنهدهیت، ئهوانه بۆیه وادهکهن چونکه دهڵێن: له بهرامبهر دهستهی نهخوێندهواراندا (مهبهستیان موسڵمانانه) لێپرسراو نابین (ئهگهر فێڵیان لێبکهین و ماڵیان بخۆین)، ئهوانه بهدهم خواوه درۆ ههڵدهبهستن و دهشزانن که درۆ دهکهن...
Û ji xweyê pirtûkan hinek hene! Heke tu bi barê devan mal daynî bal wan tu bi wan ewle dibî, ku ewan ewî malî dîsa li bal te da bidin. Û hinek jî ji wan hene! Heke tu bi wan ewle bî, polekî bidî bal wan, ewan ewî polî para da nadine te, heya tu li ser wan pê nebirî (ewan ji xastinê bê zar nekî). Eva ne dana wan ji ber ku ewan di gotibûne: “(Ji bona xwarine me, ji malê nexwendîyan û nezanan) tu gunehkarî û ne duristî ji me ra tune ye.” Û ewan (cihûyan) li ser navê Yezdan vir dikirin (digotin: “Şixwa di pirtûka me da jî heye, xwarina malê nezan, û malê bîyanê cihûyan, ji bona cihûyan ra durist e). Ewan bi zanîn evan viran li ser navê Yezdan dikirin